H’emû nûçe
Bi şuxulk’arîya sekinandina borcdarîyen h’akimê meh’kema konstîtûsîon Hrayr T’ovmasyan destpe bûye
Frak’sîya parlamêntêye “Gava min” proêkta qirara derheqa sekinandina borcdarîyên h’akimê meh’kema konstîtûsîon Hrayr T’ovmasyan t’eslîmî serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyan kirîye. Çawa r’aportkirê wê pirsê Sûrên Grîgoryanê parlamêntvan hatîye k’ifşkirinê. Nava proêktêda hatîye dîyarkirinê,wekî h’îmên bona t’evnebûna Hrayr T’ovmasyane t’evî îşê R’obêrt K’oçaryan hene. Arart Mîrzoyan jî sirîya xweda gotîye,wekî proêkta wê pirsê t’eslîmî komîsîya parlamêntêye pirsên h’iqûqî kirine.