
Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî li Hewilêrê spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Al Xalbûsî qebûl kîye, bona cêrge pirsên sîyasî û bêqezîyabûnê. Wextê r’asthatinê alîya berdewamkirina dîyaloga di nabera K’urdistanê û Îraqêda, ya bona h’elkirina pirsgirêkên di navbera alîyada girîng h’esab kirine. Xeberdan usa jî derheqa byûcêya Îraqêye sala 2O2O-î, prosêsa dasekinandina neh’îya, yên ku ji destê DAÎŞ-ê hatine azakirinê, pirsên mihacirên Sûrîyaê, yên ku li K’urdistanêne, çûye. Herdu lîdêra usa jî pirsên bêqezîyabûnê û sîyasîye li Îraqê li herêmê bi t’omerî hildayî gotûbêj kirine.