Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan cîgirê sedirê korporasîya navnet’ewîye “Boeing”-ê R’îçard Mûêhlênbêk, serk’arê alîyê markêrtîngê Alêm Vallî û serk’arê alîyê fînansada Mhêr Papyan qebûl kirine. Hatîye r’agîhandinê,wekî pirsên derheqa hevk’arîya nava t’evgirêdanên avîyasîonda hatine gotûbêjkirinê. Serekwezîr gotîye,wekî Ermenîstan h’ewask’are ku t’evî hevaltîya dinêe’yan “Boeing”-ê hevk’arîyê bike. P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî goveka t’evgirêdanên avîyasîon bin guhdarîya h’ukumatêdane.Wek’îlên “Boeing”-ê derheqa şuxulk’arî û hevk’arîya Ermenîstanê dane dîyarkirinê û derheqa mecalên sûka avîyasîonda xeberdane.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45