H’emû nûçe
Parlamêntvanên parlamênta Ermenîstanê li Dûma dewletê ji alîyê dewletên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda pirsa frotana sîlih’aye Adirbêcanê bilind kirine

Wek’îlên parlamênta Ermenîstanê û endamên komîtêya pirsên întêgrasîone Dûma R’ûsîyaê û pirsên Hevalbendîya Welatên Serbest, li civîna komîtêa Avrasîyaê ji alîyê dewletên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda bona frotana sîlih’ên t’unekirinê û sîlih’ên êrîşkirinê Adirbêcanê xemgînîya xwe r’aber kirine.Derheqa wê yekêda serokê komîsîya civînê li parlamênta Ermenîstanê Mîk’aêl Mêlk’ûmyan e’lam kir. “Me eşkere nava doranên dewletên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda pirsa ji welatekî ne endam welatekî mayîn r’aberkirina sîlih’ên stratêgîyê, t’unekirina sîlih’ên bi masştaba berfire bilind kirîye”,- Mêlk’ûmyan gotîye.