H’emû nûçeSereke

Serokê K’urdistanê r’oja aşîtîyêye navnet’ewî pesinê pêşmerga dide

R’oja aşîtîyêye navnet’ewî serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî bona mêrxasîya pêşmergaye bo p’arastina aşîtîyê r’azalixî e’lamî qewatên pêşmerga kirîye.“R’oja aşîtîyêye navnet’ewî em pêşmergên mêrxas bîr tînin û usa jî wana bîr tînin, yên ku xwe p’êşk’êş kirine, ku aşîtîyê bînin û hindava zordarîyê, ek’strêmîzmê ser bik’evin”,-Barzanî gotîye.Ewî careke mayîn îzbat kirîye,wekî K’urdistan bona k’ara p’arastin û qewînkirina aşîtîyêye li herêmê û ji heremê der hazire. Hersal 21-ê îlonê li t’emamîya dinîyaê r’oja aşîtîyêye navnet’ewî tê k’ifşkirinê. Organîzeya Net’ewên Yekbûyî ew r’oj çawa r’oja qewînbûna bîr û bawarîyên aşîtîyê e’lam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button