H’emû nûçeSereke

Li Hewilêrê k’itêb hatîye çapkirinê, k’îjanêda xeberdanên Pûtîn û Barzanî hatine r’aberkirinê

K’itêba bi sernavê “Xeberdanên Pûtîn û Barzanîye sîyasîye nava lîngvîstîkayêda”, ya ku ji alîyê nivîsk’arê k’urd  Hok’ar Ferekda hatîye nivîsarê li Hewilêrê hatîye çapkiinê. Xudanê k’itêbê gotîye,wekî ev k’itêb çawa xebata magîstrîyê tê h’esabê, ya ku bona zankoya li R’ûsîyaê hatîye hazirkirinê û bi zimanê r’ûsî hatîye nivîsarê.Ewî usa jî gotîye,wekî ewî k’itêb welger’andîye li ser zimanê k’urdî û ew bi piştgirîya wezîreta K’urdistanêye kûltûrayê hatîye çapkirinê.K’itêbêda xeberdanên herdu lîdêra hatine r’aberkirinê. Nava xeberdanên wanda ew r’êsûrs hatine h’esabhildanê, yên ku wê emekê xwe bikine nava heleqetîyên K’urdistanê û R’ûsîyaê. Nivîsk’arê k’urd gotîye,wekî ev k’itêb hema nêzîkîya salveger’a r’êfêrêndma bona serbestîyê hatîye çapkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button