Aborî

H’ukumata Herêma K’urdistanê anîna trîyaye ji der qedexe dike ku tirîyên li hundur’ bêne firotanê

H’ukumata Herêma K’urdistanê bir’yar kiriye, ku anîna trîyaye ji der qedexe bike ku tirîyên li hundur’ bêne firotanê. Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta malhebûna gundîtîyê Huseyn K’erîm e’lam kiriye. Bi gotina wî, wî cûr’eyî ewê xurekê li welêt bip’arêzig. “ Berê e’wlin xurekê welatê me gerekê li sûkên me bêne firotanê», -ewî gotiye. Tirîyên provînsîya Dihokê bi başbûna xweva e’yanin, lê fêrmêrên cî dibêjin ku ew nikarin r’ûyê bahê nimizda t’evî tirîyên ji Misirê bik’evine nava konkûrênsîyayê. “ Niha we’dê berevkirina r’eze, lê tirî ji Misirê, Îranê û T’irk’îayê tên anînê û nayê h’esabhildanê ku tirîyên li welêt çiqasî başin»,- fêrmêrê bi navê Xalid Ah’med gotiye. Bi vê qirarê h’ukumat dixweze piştgirîyê bide fêrmêrên cî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button