H’emû nûçeSereke

Îsmayîl Bêşîkçî:t’u qewatek nikare ce’dandinên k’urdaye berbi serbestîyê bide sekinandinê

Nivîsk’ar û sosîyolog Îsmayîl Bêşîkçî e’lam kirîye,wekî r’êfêrêndûma K’urdistanêye bona serbestîyê wê t’u cara k’emala xwe unda neke. Bi gotina wî t’u seroketîk nikare dijî de’wa k’urdaye derheqa serbestîyêda derk’eve. “25-ê îlonê, wextê r’êfêrêndûmê, k’urda e’lamî dinîyaê kir,wekî ew dixwezin bi r’îya r’êfêrêndûmê bighîjine serbestîyê. Bi saya r’êfêrêndûmê k’urd pê h’esîyan, ku k’îne dostên wan û k’îne dijminên wan”, Bêşîkçî gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew r’ojeke dîrokîye gelekî başe, ya ku ji alîyê h’emû k’urdada hatîye silavkirinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî r’êfêrndûmê t’u cara girîngîya xwe unda neke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button