H’emû nûçe

Piştî şorişa e’dil em nava cêrge govekada êp’êce pêşda çûne:Nîkol P’aşînyan

Nava dorana seredana xebatêye li Nyû York’ê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li zankoya Kolûmbîyaê qesidîye.Nava dorana forûma r’êberên dinîyaêda r’asthatina serekwezîrê Ermenîstanê t’evî t’eşkîla profêsora û lêktora, usa jî xwendik’ara derbaz bûye. Ji admînîstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine, wekî serekwezîrê Ermenîstanê nava xeberdana xweda daye dîyarkirinê, ku sala derbazbûyî şorişa e’dil bona Ermenîstanê r’îya dêmokratîyaê vekirîye. “Hema r’oja e’wlinda h’ukumata nû nava encamên bijartinên parlamêntîyêye here heqda saz bûye, ya ku destpê kirîye r’ojeva werguhastina mîyaserke. Nava gelek alîyada werguhstin tên mîyaserkirinê, yên ku h’ukumî li ser h’emû goveka dikin. Meremê me ewe, ku civaka meye dêmokratîk hebe. Bona vî meremî lazime înstîtûtên sîyasî û êkonomîkî bidine pêşxistinê.R’oja îroyîn Ermenîstan bi r’astî welatê dêmokratîke. R’ûp’elê fe’şkirina hilbijartina û sîstêma r’uşetxwerinê li cem me hatîye girtinê”,-Nîkol P’aşînyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî t’unebûna sîstêma meh’kemêye serbest li Ermenîstanê hela hê pirsgirêke, bo wê yekê jî bi werguhastinên goveka meh’kemê destanînên şorişê wê bên qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button