Aborî

Ermenîstan nava zedebûna êkonomîkîda berdewam dike bimîne

Meha t’ebaxa  sala 2O19-a  himberî meha t’ebaxa sala derbazbûyî zêdebûna êkonomîkî bi 7,6 selefa zêde bûye, k’îjan dide k’ifşê,wekî Ermenîstan nava zêdebûna êkonomîkîda dimîne, malp’era xweye fêûsbûkêda, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr  nivîsîye.Bi navnîşên t’ebaxa sala 2O19-a navnîşên salê evin:zêdebûna êkonomîkî-bi h’evt selef, pêşdaçûyîna deranînê –bi 9,7 selef, pêşdaçûyîna avakirinê –bi 4,4 selef,  zêdebûna qulixdarîya- bi 15,5 selef, aylixa mehêye ort’e bi –bi 5,7 selef,  zêdebûna deranînê bi 4,6 selefin.Bi t’omerî Ermenîstan li ser dereca zêdebûna nimiz dimîne. Evana navnîşên başin, k’îjan  me r’uh’dar dike”,- serekwezîr nivîsîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button