H’emû nûçeSereke

Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk pêşnîyar kirîye, ku 25-ê îlonê çawa r’oja miletîyê e’lamkin

Serk’arê frak’sîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk, ya nava parlamênta K’urdistanêda Ûmêd Xoşnav e’lam kirîye,wekî ew dixwezin 25-ê îlonê li K’urdistanê çawa r’oja miletîyê e’lamkin. “Em axavtina serokê parlamêntê silav dikin, lê em  pêr’a jî dixwezin,wekî 25-ê îlonê çawa r’oja miletîyê bê e’lamkirinê. Çimkî qirara derheqa r’êfêrêndûmêda li vê parlamêntê hatîye qebûlkirinê. H’emû cime’tên K’urdistanê piştgirî dane r’êfêrêndûmê”,-Xoşnav gotîye. “Bi r’astî îro  bona cime’tên K’urdistanê r’oja miletîêye û em hîvîyêne,wekî parlamênta K’urdistanê ji alîyê fikira sîyasîda wê gava  wî cûr’eyî biavêje”,-ewî gotîye. Sedira parlamêntê R’êvaz Fayîkê jî e’lam kirîye,wekî qirara wî cûr’eyî dikare t’enê bi dengdayînê bê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button