H’emû nûçe
Serekwezîrê Sîngapûrê derheqa Yêrêvana şevda vîdêyo belav kirîye

Serekwezîrê Sîngapûrê Lî Syên Lûn r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda derheqa Yêrêvana şevda vîdêo belav kirîye, k’îjanêda meydana K’omarê hatîye dîyarkirinê. “Ez hatime Yêrêvanê, p’ayt’extê Ermenîstanê, li k’îderê ezê t’evî civîna şêwira Avrasîyaêye êkonomîkîye t’ewrebilind bibim”, Syên Lûn nivîsîye.