Sîyasî
Li E’frînê sê binelî hatine r’evandinê,dudu jî birîndar bûne
Li E’frînê, ya ku ji alîyê eskerê t’irkada hatîye dagirkirinê, t’er’ibandina mafê mêriv berdewam dibe. Hatîye r’agîhandinê,wekî ç’ekdarên k’oma “Sult’an Mûrad”-ê duh sê meriv r’evandine. Derheqa wanda t’u me’lûmetî nehatine stendinê. Li gundê Alç’îyaê ç’ekdara darên zeyt’ûnê şewitandine, bi deha dar şewitîne.Em bêjin,wekî nava 29 r’ojada 123 meriv hatine r’evandinê.