Sîyasî

Nevsê r’esmîyî ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk:li K’irkûkê û li dor-berên wê sed h’ezar e’reb hatine cîwarkirinê

Partîya K’urdistanêye Dêmokratîk girêdayî wê yekêr’a xemgîne, wekî bi hevk’arîya serokê K’irkûkê li bajêr’ û li dor-berên wê ji  sed h’ezar e’reba zêdetir hatine cîwarkirinê û bi wê yekê h’alê herêmêyî dêmokratîk dane guhar’tinê.Wek’îlê partîyaêyî li provînsîya K’irkûkê Dîyar H’usêyn gotîye,wekî plana cîwarkirina malbetên e’rebaye li K’irkûkê û li dor- berên wê berdewam dibin. Bi gotina wî e’rebên ku li wandera cîwar bûne, bi p’ir’anî şovînîstin û serokê provînsîya K’irkûkê piştgirîya wan kirîye, ku ew li wandera cîwarbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button