H’emû nûçeSereke

N. P’aşînyan:civîna Şêwira Avrasîyaêye T’ewrebilind t’eşkîldarîya bi sirê bû

Nava doranên sedirtîya Ermenîstanêye Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkîda li Yêrêvanê civîna Şêwira Avrasîyaêye Êkonomîkî derbaz bûye, t’evî k’îjanê bûne serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan, serokê R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn, serokê Bêlar’ûsê Alêk’sandr Lûkaşênko, serokê Qzaxstanê Qasim Comert Tokayêv, serokê Qirqzistanê Soronbay Jênbkvov û sedirê komîsîya Avrasîyaêye Êkonomîkî Tîgran Sargsyan.Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê t’eşkîla civînêye berfire usa jî serokê Moldovayê Îgor Dodon çawa dîtindar, serokê Îranê H’esen R’ohanî û serekwezîrê Sîngapûrê Lî Syên Lûn çawa  alîyên de’watkirî hazir bûne. Piştî civînê di navbera Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî û Sîngapûrêda du qayîlnivîsarên hevk’arîyê hatine îmzekirinê.Wextê prêss-konfêransa derbazbûyî Nîkol P’aşînyan civîna şêwira Avrasîyaêye Êkonomîkî çawa qewimandina bi sirê h’esab kirîye û gotîye,wekî nava dorana civîna yektîyêda cara e’wlin forûma navnet’ewî hatîye derbazkirinê, ya ku p’êşk’êşî potênsîyala yektîêye tranzît kiribûn. “R’asthatin bi îmzekirina cêrge dokûmêntava berbiç’e’v bû, yên ku r’êyên nû nava r’êgîona Okêana E’dilda vedikin, ew jî t’evî welatekî bi têxnologîyayên xweva pêşk’eftî, Sîngapûrê. Ew yek jî bona qewînbûna yektîyê û nava k’arê gêografîya êkonomîkîda bû r’ênîş.Xêncî wê yekê di navbera Ermenîstanê û Sîngapûrêda qayîlnivîsara derheqa k’ir’în-frotanê, qulixdarîya û învêstîsîyada wê bê îmzekirinê”,-Nîkol P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button