H’emû nûçe

Bona ku t’evî kongira h’emdinîaêye têxnologîyaên bilind bibin, ji du h’ezarî zêdetir mêvan wê bêne Ermenîstanê. N. P’aşînyan

Bona ku t’evî kongira h’emdinîaêye têxnologîyaên bilind bibin, ji du h’ezarî zêdetir mêvan wê bêne Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê civîna h’ukumatê gotîye. “Van r’oja li Ermenîstanê kongira h’emdinîyaêye têxnologîyaên bilind wê destpêbe, ya ku qewimandina berfireye. Ji du h’ezara zêdetir mêvan, nava wanda usa jî dêlêgasîyaên r’esmî wê hebin. Eva qewimandineke mezine bona Ermenîstanê û çawa welatekî bi têxnologîyaên bilind û wê alî pêşk’eftina têxnolocî bike”,- serekwezîr gotîye. Wezîrê senaya têxnologîyaên bilind Hakob Arşakyan daye dîyarkirinê, wekî cêrge hevaltîyên mezin wê t’evî kongirêbin, zivir’a eşîyaye k’îjana salê dighîje mîlîyarda dolara. Wê nava mêvnadabin usa jî K’îm K’ardaşyan, Alêk’sîs Ohanyan, Sêrj T’ankyan û gelekêd mayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button