Sport
Organîzeya Net’ewên Yekbûyî bang dike ku piştî protêstokirinên li Beg’dayê h’alê e’dil xweykin
Mîsîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, ya ku t’evî Îraqê nava hevk’arîyêdane, ner’ih’etîya xwe girêdayî protêstokirinên li Beg’dayêr’a e’lam kirîye. Ew protêstokirin ji Beg’dayê li provînsîyaên mayîn belav bûn. Nava e’lametîya wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyîda derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê. Anegorî înformasîyaên duh êvarê du meriv hatine kuştinê, nêzîkî 2OO-î birîndar bûne.We’îla k’atibê Organîzeyêyî sereke bangî seroketîya Îraqê kirîye, ku xwezeftkirinê hindava protêstokira bidine k’ifşê û bi wê yekêva t’evayî jî qanûna xweykin. Eva serê du r’ojaye, ku li Beg’dayê protêstokirinên dijî desthilatdarîya dewletê destpê bûne.