Sîyasî

Wextê civîna şêwira K’urdistanêye wezîra çend qirar hatine qebûlkirinê

Wextê civîna duh, ya kabînêta K’urdistanêye wezîra, ya ku bi sedirtîya Me’srûr Barzanîyê serekwezîr derbaz bûye, çend qirar hatine îmzekirinê.Ji wana yek derheqa qulixçîyên dewletêye li K’urdistanêdane.Nava wê qirarêda hatîye dîyarkirinê,wekî qulixçîyên dewletê gerekê borcdarîyên xwe anegorî konstîtûsîyaê bidine xebatê, lê ne ku bona  meremên xweye şexsî. E’lametîyêda hatîye dîyrkirinê,wekî qulixçîyên dewletê gerekê derheqa borcdarîyên xweda t’or’ên sosîyalîda nedine dîyarkirinê.Wextê r’asthatinê usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî hevr’axeberdanên di navbera Beg’dayê û Hewlêrêda baş derbaz dibin û hîvîyêne, wekî pirsên hevr’aqayîlnekirî wê  nava we’dê nêzîkda, nava doranên konstîtûsîyaêda, bêne h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button