
Teyarên t’irkaye leşkerî şeva çarşemê gundên K’urdistanêye li r’ex sînor dane ber bomba.Ew bi me’nîya derbgîhandina dijî PKK-ê ew yek kirine. Serokê neh’îya Sîmêlanê Fêysal Alanî gotîye,wekî teyarên t’irka li ser neh’îyêr’a çûne- hatine, derb gîhandine dor-bera, r’ûê çida nava binelîyên gundda t’evlîhevbûn çê bûye.Ewî gotîye,wekî li neh’îya wan t’abîyên PKK-ê t’unene, lê teyarên t’irka derba dighînine dor-berên li wir.Em bêjin,wekî nevsên K’urdistanêye r’esmî çendik-cara bangî T’irk’îyaê û PKK-ê kirine ku ji zordarîyên li ser têr’orîya K’urdistanê dûr bimînin, r’ûê çida h’etanî niha bideha binelîyên e’dil hatine kuştinê.