Cîhan

Li civîna têk’nolocîyên bilinde li Yêrêvanê ji 2O-î zêdetir dêlêgasîyaên welatên cuda-cuda hazirin

Li Yêrêvanê h’emcivîna têk’nolocîyaên înformasîon destpê bûn.Wextê vekirina r’esmî Nîkol P’aşînyanê serekwezîr, sedirê t’ifaqa têk’nolcîyaên h’emdinîyayê Îvon Çîû û sedirê komîsîya t’eşkîldarî Alêk’sanr Yêsanyan bi xeberdan pêşda hatine. T’êma h’emcivînêye h’îmlî ewe, ku têk’nolocîyaên înformasîon û p’evgirêdana çi cûr’eyî h’ukumî li ser k’arê û gulvedanê, gumanê û bêqezîyabûnê, dêmokratîyaê û merivh’izîyê dikin. 25OO t’evbûên h’emcivînê 7O welata r’aber dikin. Dêlêgasîyaên 2O welata li vir hazirin. 23 dêlêgasîya jî wê bi serk’arîya wezîrên wê govekê, nava wanda ji Îranê, Yûnanstanê, Libnanê, Yektîya Mîrtîyên E’reba, Gurcistanê, Bilg’arîyaê, R’ûmînîyaê, Qazaxstanê, Ûzbêkîstanê, Bangladêşê, Brazîlîyaê, welatên Balt’îkayê, Malayzîyaê û Yêvt’opîyaê bên . Şeşê cotmehê konsêrta mezin hate dayînê.Nava mêvanadanin usa jî K’îm K’ardaşyan, bîznêsmênê  amêrîkî Alêk’sîs Ohanyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button