SerekeSîyasî

Hevk’arîya k’urda t’evî Sûrîyaê û R’ûsîyaê wî çaxî dibînin,wextê ku ŞAY eskerê xwe derxe

K’urdên Sûrîyaê e’lam kirine, wekî heger ŞAY eskerê xwe ji zona sînorê t’evî T’irk’îyaê derxin, wî çaxî ewê hevr’axeberdana t’evî Damişqê û Moskvaê destpêkin, bona ku pirsgirêka bêqezîyabûnê bidine h’elkirinê. Derheqa wê yekêda wek’îlê seroketîya k’urdaye li  bakûrê Sûrîyaê Bediran K’urd gotîye. Bi gotina wî, heger ŞAY ji vê  neh’îyê derk’evin, k’urdê mecbûrbin kirinên xweye pêşer’ojê qirarkin.Wek’îlê partîya Dêmokratîk Ah’med Silêman gotîye,wekî qayîlnivîsara t’evî Damişqê wê bona k’urda bibe r’îya baş bona p’arastina ji opêrasîona T’irk’îyaê. “K’urda gelek we’de undakir, ku bêqezîyabûna li herêmê bidine lîkvîdasîyakirinê, ya ku sala 2O14-da dîyar bû û ya ku piþtî qewimandinên li E’frînê diha zêde bû”,-ewî gotîye. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm K’obanî gotîye,wekî qewatên Sûrîya Dêmokratîk dikarin  hevk’arîyê t’evî r’êjîma Sûrîyaê destpêkin, heger T’irk’îya êrîşê bibe li ser têrîtorîyaên k’omarê.Ewî qirara ŞAY-ye derheqa derxistina eskerê xweye li Sûrîyaê, r’exne kirîye û bangî amêrîkîya kirîye ku h’ukumî li ser qirara serokê xwe, T’ramp bikin. Niha k’urd gerekê ne t’enê xwe bip’arêzin, lê usa jî gerekê kontrola xweye li ser 12 h’ezar ç’ekdarên DAÎŞ-ye dîlk’etî berdewamkin û pêr’a jî sînor kontrolkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button