Cîhan
Şuxulk’arên ermenîyaye dinêe’yan platforma mêdîya sosîyalîye bona t’emamîya ermenîyên dinîyaê saz dikin

Şuxulk’arên ermenîye bi nav û deng h’îmdarê sayt’ên “R’êdît”-ê û “Înîzşlayd kapîtal”-ê Alêk’sîs Ohanyan,dengbêj Sêrj T’ankyan, prodyûsorê fîlma “ Soz” Êrîk Îsraêlyan, sedirê hevaltîya “Sînopsîs”-ê Yêrvand Zoryan fikir pêşda k’işandine, ku platforma t’or’a sosîyalîye nû sazkin, bona ku h’emû ermenîyên dinîyaê hevva bên girêdanê. Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa nava dorana h’emcivîna têxnologîyaên înformasîone li Ermenîstanê hatîye e’lamkirinê. Sêrj T’ankyan daye dîyarkirinê,wekî şuxuk’arîya xebatê hela hê plankir nîne, lê wana t’enê fikir pêşda k’işandîye.