Sîyasî

Ermenîstan û T’irk’mênstan wê hevk’arîya êkonomîkî bidine aktîvkirinê:N.P’aşînyan li Aşxabadêye

Nîkol P’aşînyanê serekwezîr li Aşxabadê r’astî serokê T’irk’mênstanê Gûrbangûlî Bêrdîmûhamêdo hatîye. Serokê T’irk’mênstanê girêdayî heleqetîyên ermenîya-t’irk’mênar’a r’azîbûna xwe daye k’ifşê, û daye dîyarkirinê,wekî T’irk’mênstan h’ewask’are ku bi t’omerî hildayî p’êwendîyên nava h’emû govekada pêşda her’in. Serekwezîrê Ermenîstanê gotîye,wekî T’irk’mênstan li Asîya navîn hevk’areke girînge, ya ku t’evî Ermenîstane nava p’êwendîyên k’ardar, çêkirinêdanin, û dereca dîyaloga sîyasî gerekê bibe anegorî hevk’arîya êkonomîkî.Serekwezîrê Ermenîstanê û serokê T’irk’mênstanê derheqa p’êwendîyên dualî û p’ir’alîda xeberdane. Xeberdan usa jî derheqa pêrspêktîvên hevk’arîya nava goveka ênêrgar’êsûrsada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button