H’ukumata Herêma K’urdistanê h’emû tiştî dike, bona ku k’urdên ji neh’îyên Sûrîyaê dir’evin, qebûlke. Em bêjin,wekî r’oja çarşemê eskerê t’ika t’evî t’ifaqdarên xweye ji opozîsîya Sûrîyaê sînorê Sûrîya bakûr t’er’ibandine, û êrîş destpêkirine. Serokê qeza Dihokê Ferhat Atrûşî gotîye,wekî h’emû beşên h’ukumata herêmêr’a hatîye e’mirkirinê, ku h’emû tişt hazirbin, eger k’urdên Sûrîyayê malên xwe bihêlin û derbazî Herêma K’urdistanêbin. Atrûşî daye zelalkirinê,wekî ev e’mirkirin ji alîyê serekwezîr Me’srûr Barzanî hatîye kirinê, yê ku bang kirîye, ku piştgirîyê bidine wan meriva, yên ku bên K’urdistanê. Bi gotina Atrûşî bona cîwarkirina sê h’ezar merivî îdî cî hatine hazirkirinê. Li Dihokê nêzîkî 5OO h’ezar mihacirên îraqî, 95 h’ezar mihacirên ji Sûrîyaê hene, yên ku r’ûê êrîşên DAÎŞ-da li wirin.
Gotarên eynî
Ji 22 ê gulanê heta 22 ê tîrmehê dê pêşangehek ji bo 100 saliya Şarl Aznavur be vekirin
25.04.2024, 15:50
Di raportekê de wezîreta derve ya Amêrîkayê bûyerên binpêkirina mafên mirovan ji alîyê Adirbêcanê li dijî ermenîyan tomar kir
25.04.2024, 14:55
Baydên qurbanîyên qirkirina Ermenîyan bibîr tîne, berxwedana gelê ermenî rêz digire
25.04.2024, 13:50
Herwiha kontr’ol bike
Close