Sîyasî
Ji 6O h’ezarî zêdetir k’urdên Sûrîyaê nava encamên êrîşa t’irkada malên xwe hiştine û çûne
Ji 6O h’ezar k’urdên Sûrîyaêye e’dil nava 36 seh’etên êrîşa t’irkada malên xwe hiştine û çûne. Derheqa wê yekêda merk’eza Sûrîyaêye mafên mêriv daye dîyarkirinê. Ew meriv binelîyên bajar’ên Al Derbasîyaê û R’as Al Aynêne. Hatîye r’agîhandinê,wekî eskerên t’irka neh’îyên dora Zûharîyê û Cêm Şerefê dane ber bomba.Xêncî wê yekê hêzên Sûrîya Dêmokratîk nava hewêda teyareke ce’sûsî jorda anîne xwerê.Hatîye r’agîhandinê,wekî li wir h’eyşt binelîyên e’dil, nava wanda du zar’ok hatine kuştinê.