Cîhan

Li Stêp’anakêrtê cara e’wlin h’emcivîna dostên Arsaxê derbaz bûye

Li Stêp’anakêrtê cara e’wlin h’emcivîna dostên Arsaxê derbaz bûye, ya ku şuxulk’arên sîyasî, civakî, çandî, mafp’arêzc, ulmdar, şiroçî û r’ojne’mevanên ji welatên cuda-cuda, yên ku piştgirîya Arsaxê dikin, berev kirine.Wextê vekirina civînê serokê Asaxê Bako Sahakyan daye dîyarkirinê:“Sazkirina dewleta serbest, serbixwe, bi qewat dîsa çawa h’îmê dewletçêkirinê dimîne, stûnên k’îjana hevk’arîya t’evî Ermenîstanê û dîyasporayê û qîmetîyên dêmokratîkin.Sistbûna bêqezîyabûna meye sivik jî li cem dijmin fikira derheqa agrêsîya nû dikare pêşda bîne, nava encamên k’îjanêda meriv nikare bêje ku çi wê biqewime. Bi xeberdana derheqa şuxulk’arîya hevr’axeberdanada ez careke mayîn dixwezin wê yekê îzbatkim, wekî em piştgirên h’elkirina pirsgirêkêye e’dilin, ya dora sivira hevr’axeberdana, ya bin bandor’a k’oma Mînskêda. Bêyî t’evbûna Arsaxê nikarin bighîjine açixîya.Li ber ç’e’vaye,wekî yazîya Arsaxê bêyî t’evbûna wê nikare bê qirarkirinê û em nikarin paşda veger’ine nava t’eşkîla Adirbêcanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button