H’emû nûçe

Hevaltîya Avropaêye avîyasîyone here mezin “R’yanêîr” k’ete nava sûka Ermenîstanêye avîyasîyon

Hevaltîya “R’yanêîra” avropîye  îr’landîye here mezine byûcêtîyê, k’etîye nava sûka Ermenîstanêye avîyasîyon.Wextê r’sthatina t’evî r’ojne’mevana serk’arê hevaltîyêyî komêrsîyon Dêyvîd O Brayan da k’ifşê, wekî fir’îna pêşin  wê 14-ê meha çile  bê mîyaserkirinêmû û wê Yêrêvanê t’evî R’omayê û Mîlanê bide girêdanê, lê ji xilazîya adarê wê r’îya Bêr’lînê bixebite, lê xilazîya adarê wê bajar’ê Gumirîyê şeherê Almanîyaêyî Mêmîngênêva bide girêdanê.Hevaltîya me ya lape mezine li Avropayê.T’or’a meye mezin heye. Xêncî k’ara komêrsîyon usa jî întêgrasîya girînge.Ewê mecalê bide  ku Ermenîstanê wan bajar’ava bidine girêdanê.K’oma hevaltîya “R’yanêîr” ji çar hevaltîyaye bi 5OO teyarava. Fir’în bi 234 fir’egehava tên mîyaserkirinê”,- Dêyvîd O Brayan da k’ifşê.Bi gotina wî Ermenîstan dibe  welatê hevaltîyêye avîyasîone 4O-î.  Nava h’evtêda  fir’înên ji Yêrêvanê du cara  bi  alîyên başqe-başqe bê mîyaserkirinê, lê pêşer’ojêda ewê zêdebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button