SerekeSîyasî

ŞAY dikare p’areke eskerê xwe bona p’arastina bîrên neftêye li Sûrîyaê bihêlin: serk’arê Pêntagonê

Hinek eskerên amêrîkî dikarin li Sûrîyaê bimînin bona p’arastina bîrên neftêye li r’ohilata welêt, nenihêr’î qirara Waşîngtonêye derheqa derk’etina ji Sûrîyaê.Derheqa wê yekêda wezîrê ŞAY-yî p’arastinê Mark Êspêr gotîye. “Niha li çend bajar’a eskerên me hene û merem ewe, ku îzinê nedine DAÎŞ-ê û k’omên wî cûr’eyî, yên ku wê bixwezin bi saya k’ara ji neftê şuxulk’arîya xweye xirab berdewankin”,-Mark Êspêr gotîye. “Gotûbêjkirina derheqa hiştina eskere li Sûrîyaê hebûye, lê derheqa r’eqema wanda t’u tişt nehatîye gotinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button