SerekeSîyasî

Di navbera R’ûsîyaê û k’urdada, usa jî di navbera Damişqê û k’urdada hevr’axeberdanên derdadayî derbaz bûne

Cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Sêrgêy Vêrşînîn bi şirovekirina qayîlnivîsara R’ûsîyaê û T’irk’îyaêye girêdayî pirsgirêka Sûrîyaêr’a, daye dîyarkirinê,wekî dîyarnekirina we’dê p’evk’etina dide k’ifşê,wekî ew p’evk’etin yên bêwe’dene.Bi gotina wî anegorî qayîlnivîsarê, hazirîya sînorxweykirên Sûrîyaêye li ser sînorê t’evî T’irk’îyaê tê dasekinandinê.Vêrşînîn gotîye,wekî li ser dirêjaya sînor, sînorxweykirên Sûrîyaê û polîsîya R’ûsîyaêye leşkerî wê bêne cîwarkirinê.Dîplomat usa jî daye dîyarkirinê,wekî di navbera R’ûsîyaê û k’urdada, usa jî di navbera Damişqê û k’urdada hevr’axeberdanên we’dedirêje derdadayî derbaz bûne.Bo wê yekê jî p’evk’etinên wextê r’asthatina serokên R’ûsîyaê û T’irk’îyaê li ser wê yekê hatine h’îmdanînê, ku alî wê gavên çawa biavêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button