H’emû nûçe

Davît’ Tonoyan t’evî Mîrça Cêoana pirsên hevk’arîya Ermenîstan-NATO-ê gotûbêj kirine

Bi meremê t’evbûna t’evî r’asthatina wezîrên p’arastinê bibe, yên welatên ku t’evî mîsîya NATO-ye li Afg’anstanê dibin, wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan ji 24-a h’etanî 25-ê cotmehê bi seredana xebatêva çûye Bryûsêlê. Ji wzîreta Ermenîstanêye p’arastinê r’agîhandine,wekî nava dorana seredanêda Davît’ Tonoyan r’astî cîgirê k’atibê NATO-yî sereke Mîrça Cêoana hatîye. Pirsên derhea hevk’arîya Ermenîstanê û NATO-ê hatine gotûbêjkirinê. Alîya t’evbûna Ermenîstanêye nava mîsîyaên Kosovoyê û Afg’anstanê girîng h’esab kirine. Bi hîvîkirina cîgirê k’atibê NATO-yî sereke, wezîrê p’arastinê şuxulk’arîya mîsîya hûmanîtarîye ku ji alîê Ermenîstanêda li Sûrîyaê tê mîyaserkirinê û mecalên berfirebûna gêografîyaê r’aber kirine. Wextê r’asthatinê usa jî pirsên derheqa r’êgîyona Kavkaza Başûr û R’ohilata Navînda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button