SerekeSîyasî

Dîyaspora ermenîye li Polonîyaê bang kirîye, ku k’urda ji T’irk’îyaê bip’arêzin

 Dîyaspora ermenîye li Polonîyayê ne’ma vekirî serokê Polonîyayê Ancêy Dûdar’a şandîye û bang kirîye, ku ew r’êaksîya xweye hindava şer’ê t’irkaye dijî k’urda bide k’ifşê.Serokê asosîyasîya ermenîya û polonîya Hraçîya Boyacyan nava ne’ma xweda bêdengîya civaka navnet’ewî, ya hindava krîzîsa li bakûrê Sûrîyaê û r’ûê çida k’urd hatine t’enêhiştinê, r’exne kirîye. Nava ne’mêda hatîye gotinê wekî T’irk’îya k’urda çawa têr’orîst nav dike, ku qet’ilkirinên xwe afûke, nenihêr’î k’urd t’evî koalîsîyona navnet’ewî dijî DAÎŞ-ê şer’ dikin.Ewî usa jî bîr anîye,wekî ermenî wê t’u cara k’omkujîya sala 1915-aye dijî ermenîya bîr nekin. “Em, çawa miletê ku k’omkujîya barbarî dîtîye, wê yekê fe’m dikin ku em nikarin  îzinê bidine dinîyaê, ku li r’ex vê pirsêr’a derbazbe”,-nava ne’mêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button