H’emû nûçe

Ermenîstan sîyasîya dergên vekirî hindava învêstîsîyaên bîyanî mîyaser dike: serekwezîrê Ermenîstanê

Ermenîstan sîyasîya dergên vekirî hindava învêstîsîyaên bîyanî mîyaser dike û pêr’a jî p’arastina hebûnê ç’aser dike.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wextê hevp’eyvîna t’evî r’ojne’mema Yektîya Mîrtîyn E’rebaye “Galif Nyûs”-ê gotîye. Ermenîstan mecalên baş dide învêstora, nava govekên usada, yên mînanî têxnologîyaên înformasîyon, tûrîzmê, malhebûna gundîtîyê, senayê, ênêrgêtîkayê û yên mayîn. H’ukumata me sîyasîya dergên vekirî mîyaser dike. Învêstorên bîyanî dikarin aza bik’evine nava her govekekê û bêyî sînorkirina şuxulk’arîya xwe mîyasekin.Cêrge gar’antîya bona învêstora tên pêşdak’işandinê, yên ku ji alîyê dewletêda tên p’arastinê”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button