SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk plana Almanîyaêye bona “zona bêqezîyabûnêye” li Sûrîyaê silav dike

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk plana Almanîyaêye bona “zona bêqezîyabûnêye” li Sûrîyaê silav dike, bi wê gumanê, ku h’alê sertbûyî li Sûrîyaê bidine kêmkirinê.Wezîra Almanîaêye p’arastinê Annêgêrt Kramp Karênbaûyêrê daye dîyarkirinê,wekî zona bêqezîyabûnêye li Sûrîyaê gerekê bi hevk’arîya t’evî  T’irk’îyaê û R’ûsîyaê, usa jî qewatên navnet’ewî bê sazkirinê. Ewê daye zelalkirinê,wekî ev yek wê qewînbûna h’alê li r’êgîyonê bide ç’areserkirinê, bona ku bikaribin jîyana sîvîl bidine dasekinandinê û yên ku bûne mihacir bi r’ezedilîya xwe paşda veger’ine malên xwe. Fermandarê qewatên hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’vdî gotîye r’ojne’mevana, wekî qewatên k’urda vê pêşnîyarêr’a qayîl bûne û serda zêde kirîye,wekî ewî ev pirs t’evî Fransîyaê Êmanûêl Makron gotûbêj kirîye û ev plan  h’ewca alîyê R’ûsîyaêye jî. Bi gotina Me’zûlm E’vdî derheqa wê yekêda usa jî t’evî serokê ŞAY Donald T’ramp’ xeberdaye. Ez difikirim, ev plan nava êtapa hazirkirinêdane û ew h’ewca piştgirîya Amêrîkayê û R’ûsîyaêye”,-Me’zlûm E’vdî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button