R’asthatina serk’arên Adirbecanê û Ermenîstanê vê gavê plankirî nîne

R’asthatina serk’arên Ermenîstanê û Adirbêcanê vê gavê plankirî nîne, r’asthatina wezîrên k’arên der nava mehên pêşîyêda têr’a tê dîtinê.Wextê r’asthatina t’evî wezîra Bilg’arîaêye k’arên der Yêkatêrîna Zaxarîêvayê, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan daye k’ivşê.Bi gotina wî r’ojevêda gilî derheqa safîkirina pirsa bi e’dile, yan cîda, nava doranê k’îjanêda lihevhatina aşîtîyêye. “Hevk’arî li Aşxabadê bûne, k’îjan bi wê yekê girînge, wekî mecal hebûye bighîjine hinek nêzîkbûnên alîya”,- Zohrab Mnasakanyan daye k’ifşê,û derbazî li ser 11-ê meha cotmehê r’asthatina serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham E’lîêv bûye.Nava 27- salada gelek dokûmênt bûne, dokûmênta xilazîyê li Kazanê bûye. Serekwezîrê Ermenîstanê ze’f zelal pirsgirêka Qerebag’ê zane,”,-wezîr Mnasakanyan eşkere kir.