SerekeSîyasî

Sênatorê ŞAY: T’irk’îya ji zona Sûrîyaêye bêqezîyabûnêye der êrîşê dibe ser k’urda

Sênatorê ŞAY K’rîs Van Holên e’lam kirîye,wekî T’irk’îya ji zona bêqezîyabûnê der êrîşê dibe ser k’urda û bi wê yekê hevr’aqayîlbûna di navbera Enqerê û R’ûsîyaêda dit’er’ibîne.Ev e’lametî peyî wê yekêr’a belav bû, wextê ku r’oja înîyê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê di navbera k’urda û t’irkada p’evçûyîn qewimî. R’oja sêşemê R’ûsîya û T’irk’îya p’evk’etibûn, wekî qewatên k’urdên Sûrîyaê wê ji têrîtorîya zonayê derk’evin. Van Holên gotîye, wekî êrîşa t’irkaye li ser k’urda wê careke mayîn sanksîyaên ŞAY pêşda bîne. “We’deye ku wan gava biavêjin. Bêdengî îzinê dide, ku Êrdog’an paqijkirinên êt’nîkî mîyaserke”,-sênator gotîye.Em bêjin,wekî li kongrêsê proêktên sê qanûna hatibûn pêşdak’işandinê, k’îjanada tê pêşnîyarkirinê, ku  dijî T’irk’îyayê sanksîyayê pêşda bik’işînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button