Cîhan

Nîkol P’aşînya t’evî cîgira serekwezîrê Bilg’arîyaê pirsên derheqa pêşk’eftina hevk’arîya dualîda gotûbêj kirine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan cîgira serekwezîrê Bilg’arîyaê,wezîra k’arên der Yêkatêrîna Zaxarêîva qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Ermenîstan k’ûrbûna hevk’arîya dualîye t’evî Bilg’arîyaê û usa jî ya nava dorana Yektîya Avropayêda giîng h’esab dike. “Yektîya Avropayê hevalk’areke Ermenîstanêye girînge û qewînbûna heleqetîyên t’evî Bilg’arîyaê, hema ji wê fikirdarîya p’evguhar’tina cêr’ibandinê, ya t’evî welatên Avropa R’ohilatê tê”,-P’aşînyan gotîye. Cîgira serekwezîrê Bilg’arîyaê daye dîyarkirinê,wekî Bilg’arîya piştgirîyê dide r’ojeva  Ermenîstanêye werguhastinên dêmokratîk, berfirebûna hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayê û hazire nava şuxulk’arîya werguhastinada cêr’ibandina xweva p’aravebe. Xeberdan usa jî derheqa şuxulk’arîya r’êjîma vîzayêda çûye û derheqa cêrge pirsên başqeda hatîye dîyarkirinê.Pêrspêktîvên înîsîyatîvayên girêdayî r’êgîyonêr’a hatine gotûbêjkirinê. P’aşînyan usa jî derheqa t’evgirêdanên hewêda jî xeberdaye û gotîye,wekî ew yek wê alî aktîvbûna seredanên tûrîzmê, pirsên transportê, têxnologîyaên înformasîon û progiramên govekên mayîn bike. Fikir dora pirsgirêka Qerebag’ê jî hatine p’evguhar’tinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button