H’emû nûçe
Opêrasîyona t’irkaye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê xemgînî û r’îsk pêşda anîne: Zohrab Mnasakanyan
Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der der Zohrab Mnasakanyan wextê civîna t’eşkîleta navnet’ewîye Frankofonîyaê bi xeberdan pêşda hatîye. Wezîr nava axavtina xweda daye dîyarkirinê,wekî piştî civîna li Yêrêvanê derbazbûyî, îdî sal nîvek derbaz bûye, lê h’alê berê nehatîye guhar’tinê. Ewî gotîye,wekî r’ûê opêrasîyona t’irkada krîzîsa hûmanîtarî pêşda hatîye û usa jî r’îsk hene, ku DAÎŞ careke mayîn dikare bê dasekinandinê. Mnasakanyan usa jî daye dîyarkirinê,wekî t’omerîbûna mafên mêriv, p’arastina wana gerekê li ser t’emamîya merivatîyê belav bibe.