Cîhan

Mhêr Grîgoryan û Andrêya Vîktorînê pêrspêktîvên pêşdaçûyîna heleqetîyên Ermenîstanê û Yektîya Avropayê gotûbêj kirine

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan serk’ara dêlêgasîya Yektîya Avropayê Andrêya Vîktorîn qebûl kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Mhêr Grîgoryan gotîye, ku Yektîya Avropayê hevalk’areke Ermenîstanêye girînge, ya ku her dem nava k’arê mîyaserkirina werguhastinada piştgirîyê dide. Vîktorîna bayloz bi r’azîbûn derheqa heleqetîyên dualîda xeberdaye. Fikir dora hevk’arîya dualîda hatine p’evguhar’tinê.Usa jî pêrspêktîvên k’ûrbûn û pêşdçûyîna heleqetîyên Ermenîstanê û Yektîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button