SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê:h’ukumata herêmê piştgirîyê dide ce’dandinên Îraqêye bona r’êforma

H’ukumata Herêma K’urdistanê piştgirîyê dide r’êformên h’ukumata Îraqê bona ku de’wek’arîyên protêstokira bide r’azîkirinê. Derheqa wê yekêda serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî gotîye. Nêç’îrvan Barzanî piştî r’asthatina t’evî serokê Îraqê Berhem Salih’ wextê prêss-konfêransa derbazbûyî, derheqa h’alê li Îraqê xeberdaye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî cêr’ibandin tên kirinê, ku nava konstîtûsîyaêda guhar’tina bikin, r’ûê çida mafên k’urda dikarin bik’evine bin qezîyaê.Barzanî daye dîyarkirinê,wekî wextê r’asthatinê xeberdan çûye, ku piştgirîyê bidine de’wek’arîyên protêstokira. Bi wê yekêva t’evayî hatîye dîyarkirinê,wekî îdarên dewletê gerekê bên p’arastinê.Lîdêrê k’urd usa jî bîr anîye,wekî heger konstîtûsîya bi t’emamî bê mîyaserkirinê, wî çaxî  t’u pirsgirêk wê t’unebin. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button