Teyara amêrîkîye barbir, ya ku alîk’arîya hûmanîtarî bona k’urdên Sûrîyaê dibir, nikaribûye li ser t’opraxa T’irk’îyaêr’a her’e Herêma K’urdistanê. Ew alîk’arî gerekê r’oja yekşemê biçûya Hewilêrê. Peyî wê yekêr’a wextê ku dewletê îzina teyarê neda, ku ser t’opraxa wêr’a derbazbe, teyarê r’îya xwe guhar’t.Ev alîk’arîya bona wan mihacira bûn, yên ku meha derbazbûyî nava encmên êrîşên T’irk’îyaêda ji Sûrîyaê derbazî K’urdistana başûr bûne. Ji destpêka opêrasîona t’irkada h’etanî niha 3OO h’ezar meriv ji ser sînorên Sûrîyaê derbazî K’urdistanê bûne.
Herwiha kontr’ol bike
Close