Sîyasî

Ermenîstana dêmokratîk li r’êgîonê cuda dibe: sênator Cêk’ R’îd

Li Waşîngtonê dibînin,wekî Ermenîstana dêmokratîk bi alîyê başva ji welatên r’êgîonêye mayîn cuda dibe. Derheqa wê yekêda sênatorê ŞAY Cêk’ R’îd piştî r’asthatina t’evî dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê, wextê hevp’eyîna t’evî “Denga Amêrîka”-ê gotîye. “R’oja îroyîn, piştî şorişa e’dil, meriv dikare bêje,wekî Ermenîstan mîna ŞAY welatê dêmokratîke û heleqetîyên dualî gerekê li ser wê yekê bêne pêşxistinê”,-sênator gotîye.Nava doranên hevk’arîya k’oma parlamêntîyêye dostîyêda, dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê li Waşîngtonêye.Alîyên hevk’arîya dualî p’ir’cûr’ene. Sênator Êd Mark’î t’evî dêlêgsîya ermenî pêrspêktîvên hevk’arîya dualîye nava goveka derda gotûbêj kirine. “Ezê t’u ce’dandina nehêvşînim bona ku em bikaribin usa jî li sênata ŞAY îsal r’êzolyûsîya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda bê qebûlkirinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button