SerekeSîyasî

Me’zlûm K’obanî e’şaretîyê dide R’oavayê: kirinên têr’orîstî dikarin zêdebin

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm K’obanî e’şaretî daye,wekî nêzîkbûna hindava Sûrîyaêda dikare li R’oavayê kirinên têr’orîstî bide zêdekirinê.Ewî nava heyp’eyvîna xweda daye dîyarkirinê,wekî êrîşa T’irk’îyaêye li ser Sûrîyaê û înk’arkirina R’oavayêye bo paşdabirina ç’ekdarên t’eşkîleta DAÎŞ-ye têr’orîstî dikarin kirinên têr’orîstîye nû pêşda bînin.K’obanî gotîye,wekî bona dasekinandina DAÎŞ-ê atmosifêra milahîm saz bûye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî kirinên têr’orîstî dikarin li cîyên usa biqewimin, yên mînanî Mançêstr Arênê, yan jî li Bataklana P’arîzê. K’obanî gotîye,wekî pênc h’ezar endamên DAÎŞ-ê h’ebsadanin, bin kontrola k’urdadanin. Bi gotina K’obanî r’ûê agrêsîya t’irkada ewê nikaribin wan h’ebsa bin kontrolêda xweykin. “Em nizanin ku pêşer’ojêda wê çi biqewime”,-K’obanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button