H’emû nûçe

Li r’êgîonê hevk’arîya di navbera sînorada dikare guhar’tina pêşda bîne:Tîgran Avînyan

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan t’evî civîna r’êgîonal, ya bi sernavê “H’elkirinên dîcît’al bona hevk’arîya di navbera sînorada û pêşxistina k’ir’în-firotanê” bûye. Tîgran Avînyan daye dîyarkirinê,wekî bi h’esabhildana girîngîya xebata komîtêya Ermenîstanêye k’arê, her berne’mek merk’eza guhdarîya h’ukumatêdane. Bi gotina wî hevk’arîya di navbera sînorada dikare li r’êgîonê guhar’tina pêşda bîne. Wextê civînê di navbera komîtêya Ermenîstanêye k’arê û wezîreta Gurcistanêye fînansada, usa jî di navbera komîtêya k’arê û qulixdarîya Îranêye gumirêkêda dokûmênt hatine îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button