SerekeSîyasî

R’eqema kuştîyên ji protêstokirên k’urde li K’urdistana Îranê gihîştîye 37 merivî

Here kêm 37 k’urdên protêstokir ji alîyê qewatên Îranêye bêqezîyabûnêda hatine kuştinê. Gilî derheqa protêstokirên li Îranêdanin, yên ku r’ûê bilindbûna bahê bênzînêda pêşda hatine.H’îmlî ew meriv li bajar’ê Civanr’oyê, Marîwanê, K’irmanşahê û Senendecêne. Em bêjin,wekî bi seda meriv birîndar bûne, ji k’îjana gelek nava h’alê girandanin. Seroketîya Îranê întêrnêt daye sînorkirinê, bona ku ew proêstokirin belav nebin.Wextê wan protêstokirina çend bankên dewletê, beşên polîsîyaê û avtomaşînên bêqezîyabûnê hatine şewitandinê. Lîdêrê Îranê E’lî Xamênêyî nava vê yekêda r’oava gunek’ar kirîye û gotîye,wekî artîstên ji welatên der li ser sabotaja protêstokirina dixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button