
Şêwirmendê alîyê pirsên bêqezyabûna Îraqê Falih Fayaz e’lam kirîye, wekî Herêma K’urdistanê nava pirsgirêkên îraqîda dikare r’ola xweye cuda bilîze. Wextê axaftina xweye li civîna p’êşk’êşî pirsên aşîtî û qewînbûna R’ohilata Navîn, ya ku zankoya amêrîkîye li Kurdistanê t’eşkîl kiribû, Falih Fayaz pirsgirêkên Îraqê, p’êwandîyên Hewlêrê û Beg’dayê û h’elkirina pirsgirêka k’urde li R’ohilata Navîn qîmet kirine. «Pirsgirêka k’urd pirsgirêka R’ohilata Navîne serekeye û m’enîke serekeye ku herêm qewîn nîne»,- Fayaz gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî h’elkirina pirsgirêka k’urde li R’ohilata Navîn gelekî grînge. Ewî usa jî gotîye, wekî meremekî sazkirina kabînêta Îraqêye nû h’elkirina pirsgirêka k’urde û h’emû pirs gerekê anegorî konstîtûsyayê bêne h’elkirinê û mafên h’emû alîya gerekê bêne xweyîkirinê.