H’emû nûçe
Ermenîstanê alîk’arîya hindava cime’ta Sûrîyaê berdewam bike: Zohrab Mnasakanyan
Ermenîstanê alîk’arîya bona cime’ta Sûrîyaêye dost, boy şaîtîya r’êgîonê û bêqezîyabûna wê berdewam bike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve li Bîşk’êkê gotîye. Wezîr derheqa h’alê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê, yê r’ûê dagirkirina T’irk’îyaêda pêşda hatîye, xeberdaye û derheqa h’alê ol û net’ewên kêmjimarda xeberdaye. Nava encamên civînêda e’lametîya organîzeyêye t’evayî hatîye qebûlkirinê, nava k’îjanêda usa jî derheqa mîsîya Ermenîstanêye li Sûrîyaê, ya derheqa alîk’arîya hûmanîtarîda, hatîye dîyarkirinê.