Sîyasî

Nîkol P’aşînyan li Bîşk’êkê t’evî civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bûye

Nîkol P’aşînyan li Bîşk’êkê t’evî civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bûye, t’evî k’îjanê bûne usa jî serokên welatên endame mayîn, yên Bêlar’ûsê, Qazaxstanê, Qirqizstanê, R’ûsîyaê û Tacîkstanê.Pêşda civîna bi dorana teng, lê paşê jî berfire derbaz bûye.Endamên şêwirê pirsên navnet’ewî û bêqezîyabûna r’êgîyonê, yên nava dorana organîzeyêda û pirsên hevk’arîya navnet’ewî gotûbêj kirine.Nava  xebera xweda serekwezîr gotîye,wekî Ermenîstanê vir hada jî emekê xwe bike nava bilindkirina k’ardarîya organîzeyê û qewînkirina qedirê wêyî navnet’ewî. P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî di navbera wan welatada potênsîyala pêşxistina hevk’arîya nava goveka têxnologîyada heye. Xeberdan usa jî derheqa h’alê bêqezîyabûna r’êgîyonêda çûye, usa jî derheqa h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êda. Anegorî encamên civînê, cêrge dokûmênt hatine îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button