H’emû nûçe

Pirsa p’arevekirina bacaye nava Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda we’dekî dirêjda hatîye gotûbêjkirinê, lê hatîye h’elkirinê:cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê

Pirsa p’arevekirina bacaye nava Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda we’dekî dirêjd hatîye gotûbêjkirinê, lê hatîye h’elkirinê.Derheqa wê yekêda wextê civîna palatên weltên Yektîya Avrasîyaêye li Yêrêvanê, cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî p’arevekirina wan baca formûla mat’êmatîkî nîne. Ew yek dereca pêşdaçûyîna êkonomîka her welatekî dide k’ifşê. “Gelek faktor, yên ku bona êkonomîkayên welatên me girîngin, hatine h’esabhildanê.Em şane,wekî ew yek wextê sedirtîya Ermenîstanêye nava yektîyêda qewimîye.K’omara me  ceb’dandinên mezin dane xebatê, ku întêgrasîya welatên me qewînbe û gêografîya hevk’arîya me jî berfirebe”,-Grîgoryan gotîye.Ewî bîr anîye,wekî wextê sedirtîya Ermenîstanê qayîlnivîsarên derheqa k’ir’în- frotana t’evî Sîngûparê û Sêrbîyaê hatine îmzekirinê, lê qayîlnivîsara derheqa zona k’ir’în- frotana azaye t’evî Îranê îdî tê xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button