H’emû nûçe

Alêk’sîs Ohanyan û Sêrj T’ankyan banga Nîkol P’aşînyan qebûl kirine

Bîznêsmênê ermenî Alêk’sîs Ohanyan banga Nîkol P’aşînyanê serekwezîr qebûl kirîye,bi k’îjanê P’aşînyan gotibû,wekî her meh deh h’ezar dirama derbazî ser h’esabê fonda h’emermenîye Ermenîstanê bikin.Derheqa wê yekêda Ohanyan r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye û gotîye,wekî tiştekî girînge ku vê şuxulk’arîyê bi massayî mîyaserkin û ew bang bona sê ermenîyabe jî.Dengbêjê ermenîyî dinêe’yan Sêrj T’ankyan jî gotîye,wekî ew jî vê bangê qebûl dike û wê her meh 23 dolara derbazî ser h’esabê fondê bike. Sêrj T’ankyan jî sirîya xweda bi wê bangê berbir’î Vahê Bêrbêryan, Êrîk  Êsayêlyan û Anjêla Sarafyanê bûye.Em bîr bînin,wekî duh Nîkol P’aşînyan bangî ermenîyên dinêe’yan Sêrj T’ankyan, K’îm K’ardaşyanê û Alêk’sîs Ohanyan bûye û gotîye,wekî heger pênc mîlîon ermenî salê 2OO dolara yan jî mehê 2O dolarî bide fondê, t’emamîya salê ser hev mîlîyardek 25O-î mîlîon dolar berevbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button