SerekeSîyasî

Frak’sîya parlamêntêye here mezin nexwest kandîdatê xwe bona qulixa serekwezîr pêşda bik’işîne

Em bêjin,wekî parlamênta Îraqê dengdayîn derbaz kir, anegorî k’îjanê serekwezîr E’bdil Mahdî ji qulixa xwe dûrk’et. Frak’sîya şih’îyaye nava parlamênta Îraqêda, ya bi serk’arîya Mûktada As Sedir, ya ku nava parlamêntêda ya here mezine, kandîdatê xweyî bona qulixa serekwezîrê welêt pêşda nek’işand. Frak’sîyaê r’agîhandîye,wekî wana ew gav bona piştgirîya protêstokira avîtîye.Wana daye dîyarkirinê,wekî ew dixwezin ku kandîdatê ji alîyê cime’têda pêşdak’işandî bê r’aberkirinê. Anegorî konstîtûsîya welêt, serokê dewletê gerekê t’eslîmke, ku kabînêta wezîraye nû bê sazkirinê, ya ku ji alîyê frak’sîya here mezinda gerekê bê pêşdak’işandinê.Bona vê prosêsê 15 r’oj tên dayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button